Biryara girtina Pûtîn û besdariya wî ya Lûtkeya BRICSê bû mijara nîqasan!
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ICCê beriya niha ji ber binpêkirinên şer ên ser zarokên Ukraynî biryara girtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn der kiribû. Biryarê karvedaneke mezin bi xwe re anîbû û hin welatên ku biryar e Pûtîn serdana wan bike jî bi vê biryarê re nakok bûn.
Tê çaverêkirin ku di meha Tebaxê de Pûtîn beşdarî lutkeya BRICS a li Afrîkaya Başûr bibe ku biryara girtina wî ya Dadgeha Navnetewî jî hîn di pratîkê de ye.
Berdevkê Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, Vincent Magwenya li ser vê mijara nakok ragihand ku ew li bendê ne hemû lîderên vexwendî beşdarê lutkeyê bibin, lê biryara ICCyê nakokiyê ji wan re çêdike û dibe, bijardeya beşdarbûna Pûtîn a online jî bê fikirîn.
Di Lutkeya BRICS de, 5 welatên xwedî aboriya pêşketî Brezilya, Rûsya, Hindistan, Çûn û Afrîkaya Başûr beşdariyê dikin û serokên wan welatên din jî vexwendiyên lutkeyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin