Pûtîn ji ber biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê tevlî Lûtkeya BRICS nabe
PeyamaKurd – Serokomariya Afrîkaya Başûr derbarê beşdarbûna Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Lûtkeya BRICSê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Pûtîn beşdarî Lûtkeya BRICS a li Komara Afrîkaya Başûr tê lidarxistin nabe û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li şûna wî beşdar dibe.
Dadegeha Cezayê ya Navdewletî ji ber tawanên şerê Ukraynayê biryara girtina Pûtîn dabû ku her welatekî biçiyê li wir were desteserkirin.
Hate ragihandin ku Afrîkaya Başûr ji ber wê biryarê neçar maye ku hatina Pûtîn a Lûtkeya BRICS bide betalkirin.
Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa beriya niha gotibû, girtina Pûtîn dê bibe sedema şer.
Li Koma BRICS de Brezilya, Rusya, Çîn, Hindistan û Afrîkaya Başûr cî digirin ku rêxistineke hevkariya siyasî, aborî û çandî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin