Dadgeha Pakistanê ji bo serokwezîrê berê Îmran Xan biryara girtinê da

01 October 2022 23:22 0 dîtin
Dadgeha Pakistanê ji bo serokwezîrê berê Îmran Xan biryara girtinê da

PeyamaKurd – Dadgeha Pakistanê bi tohmeta terorê di derbarê serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan de biryara girtinê da. Li gor ragihandina çapemeniya Pakistanê; dadgerê silhê yê Herêma Margallayê biryara girtina Xan derxist.

Dadgeh, berê wexta pêvajoya kefaleta Xan ji 1 ê êlûnê heya 12 ê êlûnê dirêj kiribû. Sedema ku aşkera bû ji bo girtina Xan; ew e ku Îmran Xan dadger Zeba Çaudri, rêvebirê asayîşa Îslamabadê û cîgirê wî tehdîd û terorîze kiribû.