Polîs operasyon kir ser mala serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan
PeyamaKurd – Polîsê Pakistanê li Lahorê operasyon kir ser mala serokwezîrê Pakistanê yê berê Îmran Xan, destekvanên wî yên ku kon û kampê danîbûn ber xaniyê wî şewitandin. Li ser operasyonê, ji bertekên hatin nîşandan, di navbera polîs û terefdarên Xan de pevçûn derket û polîs 30 kesan xist binçav. Polîs kon û baryeran bi dozeran xerab kir.
Xan, piştî operasyona polîsan di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Tevî di temamê dawên dadgehê de ez bi kefalet serbest hatim berdan jî, hukumet dixwaze min bigre. Tevî ez niyeta wan ya xerab dizanim jî, ji ber ez bi serdestiya hûqûqê bawerim, diçim Îslamabadê dadgehê. Lê divê niyeta xerab ya van çeteyan herkes bizanibe. Bûyerên li Lahorê, ne ji bo derxistina min ya dadgehêye. Armanca wan ew e ku min bixin zîndanê û nehêlin ez xebata xwe ya hilbijartinê bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin