Serokê berê yê Pakistanê Îmran Xan 10 sal ceza xwar
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan, bi tawanbariya 'aşkerekirina belgeyên veşartî yên dewletê', bi 10 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Dadgeha Pakistanê, bi heman tawanbariyan, li gel Îmran Xan heman cezayî da Wezîrê berê yê Derve Şah Mahmûd Qureşî jî.
Serokwezîrê berê Îmran Xan, ji bo eşkerekirina nameyekê ji balyozê welatê xwe yê Washingtonê balyoz tawanbar kir. Tê gotin ku Xan di wê nameyê de angaştiye ku Washington jî beşdarî hewla 2019an a dûrxistina wî ya ji erkê xwe bûye.
Dûrxistina Îmran Xan a ji jiyana siyasî mehkûmkirina wî di demeke wisa de pêk hat ku li Pakistanê, di Sibatê de hilbijartinên parlemantê pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin