Dadgehê 2 sal û 6 meh ceza da serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtas
PeyamaKurd – Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji ber axaftinên cuda dihat darizandin û ji wan axaftinan 2.5 sal ceza danê. Darizandina wî ya dawiyê li Mersînê di dadgeha 14em ya asliye ceza de hat kirin, Demirtaş di rêya SEGBİSê de tevlî celsê bû û parêzerên wî li salona darazê amade bûn. Demirtaş di îfadê xwe de got:
“Îdîanameyê ji derên din kopya kirine û xistine dosya min û delîlên wan ti tiştekî îfade nakin. Hun îdîanameyê li vî welatê deynin ber kîjan dadgerî, jê fêm nake û tê de di vateya hûqûqê de yek rêzekî tine. Mutalaa bi armanca siyasiye… Heya niha ji cezayê min yek rojekî danexistine. Eger min jinekî bikuşta ji ber tehrîkê wê ji ber halê min yê baş cezayê min daxistina. Daraza Tirkiyê cudatiye dike û 8 sale min di zîndanê de di hucra 13 m2 de digrin.”
Dadgehê, piştî axaftina parêzerên Demirtaş ji ber ‘hukumeta Tirkiyê, dezgeyên darizandinê, dezga leşkerî û asayîşa polîs kêm xistiye’ 1 sal û 3 meh, ji ber ‘xelkê teşwîqê kîn û nefretê kiriye an kêm xistiye’ 1 sal û 3 meh bi temamî 2,5 ceza dayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin