Dadgehê ceza da serokê berê yê DBP ê Rihayê

09 July 2019 00:15 0 dîtin
Dadgehê ceza da serokê berê yê DBP ê Rihayê

PeyamaKurd- Serokê DBP ê (Partiya Demokratîk ya Gelan) yê şaxa bajarê Rihayê yê berê Celal Babacan di encama darizandina xwe de, bi cezayê 10 sal û 6 mehan hat cezakirin. Sûcê ku bi bal wî de dan endamtiya rêxistina terorê ye. Di darizandina celseya dawî ya dadgeha cezayê giran ya 6 emîn ya Rihayê de, parêzerê wî pê re çû dadgehê.

Babacan, di îfadê xwe de got ku ew ne endamê ti rêxistiniye û xwe parast û dawa beraeta xwe kir. Lê dadgeha lê ceza birî. Babacan di sala 2017an de hatibû girtin û bi endamtiya PKK/KCK ê hatibû tewanbarkirin.