AYM berî danisîna girtina HDPê li ser daxwaza ‘qutkirina alîkariya xezîneyê’ biryarê dide

30 December 2022 19:58 0 dîtin
AYM berî danisîna girtina HDPê li ser daxwaza ‘qutkirina alîkariya xezîneyê’ biryarê dide

PeyamaKurd – Piştî daxwaza Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind ya Tirkiyê Bekir Şahin ku doznameya girtina HDPê amade kiriye, tê çaverêkirin Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê (AYM) ji bo qutkirina alîkariya xezîneyê ya HDPê 6ê Çileya 2023an biryara xwe bide.

Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin, hefteya borî bi hinceta hebûna têkiliyên HDP û PKKê daxwaz kiribû, hesabên HDPê yên alîkariya xezîneyê bên blokekirin û mafê alîkariya darayî bo partiyê were qutkirin.

10ê Çileyê 2023yan doza girtina HDPê tê dîtin û di rûniştina dozê de Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin wê bi devkî parastina doznameya xwe ya bo girtina HDPê bike.

Di doznameyê de tevî girtina HDPê ji bo nêzî 600 rêveber û endamên HDPê jî qedexeya siyasetê tê xwestin.

HDP niha bi 56 kursiyan partiya sêyem e di parlamentoya Tirkiyê de ku heger biryara girtina wê bê dayîn, wê nikaribe bi navê HDPê beşdarî hilbijartinên Hezîrana 2023yan bibe.