Raportorê AYMê daxwaza qebûlkirina doznameya girtina HDPê bê kir
PeyamaKurd - Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) piştî lêkolîna xwe ya yekemîn li ser doznameya girtina HDPê daxwaz ji dadgeha bilind kir ku doznameya girtinê bê qebûlkirin.
Doznameya girtina HDPê beriya niha ji ber kêmasiyan hatibû redkirin, lê vê carê raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn piştî lêkolîna xwe diyar kiriye ku kêmasî hatine temamkirin û lewma jî xwest doznameya vekirina dozê ya girtina HDPê ji aliyê AYMê ve bê qebûlkirin.
Di doznameyê de, ji bilî girtina partiyê qedexekirina siyasetê li ber zêdetirî 500 endam û rêveberên HDPê û dest danîna ser pereyên wan ên xezîneyê tê xwestin.
Heger li ser daxwaza raportor dozname were qebûlkirin, dê ji bo parastina pêşîn ji HDPê re were şandin. Piştî parastina HDPê wê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin li ser esasê nêrîna xwe pêşkêş bike. HDP jî wê li dijî wê nêrînê parastina xwe bike.
Piştî vê proseyê wê raportor rapora xwe amade bike û ji bo biryara girtina partiyê were bicih were jî Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 endaman pêk tê, wê deng li ser bide ku pêwîstî bi piraniya ji sîsiyan du ango den dengan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin