Misir û Urdunê daxwaza Trump a ji bo qebûlkirina Xezzeyiyan li welatên xwe red kirin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku divê Urdun û Misir Filistîniyên ji Xezzeyê yên ku şer lê diqewime, derbasî welatên xwe bikin; Hamas, Misir û Urdunê ev daxwaz red kirin.
Trump di pêwendiya telefonî ya bi Qralê Urdunê Abdullah re roja Şemiyê bersiva pirsên rojnamevanan de û got ku ew dixwaze Urdun Filistîniyan li welatê wan qebûl bike. Wî diyar kir ku ew heman tiştî ji Misirê jî dixwazin.
Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Safadî got, helwesta welatê wî derbarê derxistina Filistîniyan ji Xezzeyê hişk e û nayê guhertin.
Wezareta Karên Derve ya Misirê got ku ew bi awayekî kategorîk derxistina Filistîniyan ji axa wan "çi demkurt û çi demdirêj" red dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin