Serdozgeriyê berî biryara girtina partiyê daxwaza blokekirina bilez a hesabên HDPê kir

19 December 2022 21:32 0 dîtin
Serdozgeriyê berî biryara girtina partiyê daxwaza blokekirina bilez a hesabên HDPê kir

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Darazê ya Tirkiyeyê ku doza girtina HDPê vekiriye, daxwaz ji Daraza Bilind kir hesabên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên alîkariya xezîneyê werdigre bloke bike.

Li gorî nûçeya medya Tirk, Serdozgeriya Komarê ya Darazê beriya biryara girtina HDPê ev pêngav avêtiye ku ev jî wekî nîşaneya piştrastbûna girtiya partiyê hate şîrovekirin.

Di daxwaznameya bo blokekirina hesabên HDPê de hatiye gotin, ji ber ku girêdana HDPê ya bi PKKê re berdewam dike, bila hesabên wê werin blokekirin û ev daxwaz jî bilez were bicihkirin.

Di doznameya bo girtina HDPê de ku tê çaverêkirin serê sala 2023yan biryar li ser were dayîn, ji bo 451 endam û rêveberên HDPê jî qedexeya siyasî tê xwestin ku tê pêşbînîkirin ku biryara girtinê beriya hilbijartinên 2023yan bi demeke kin were dayîn.