Parêzer, îtîrazê li biryara girtina dadgehê ya Ahmet Özer ya cara duyem kirin

01 February 2025 16:31 0 dîtin
Parêzer, îtîrazê li biryara girtina dadgehê ya Ahmet Özer ya cara duyem kirin

PeyamaKurd – Şaredarê CHPyî yê navça Esenler a Îstenbolê Prof. Ahmet Özer bi sedema têkiliyên wî bi PKKê re hene an endamê rêxistinê ye, hatibû desteserkirin û niha di zîndanê de ye.

Tevî di zîndanê de ye, niha serdozgeriya Îstenbolê dozekî dinê lê vekir û dibêjin ku di îhaleyên şaredariyê de fesadiyê an hîle kiriye. Li ser vê dosyayê dadgehê cara duyen biryara zîndanîkirina Ahmet Özer da.

Perêzerên Ahmet Özer Prof. Dr. Hasan Sınar û Hüseyin Ersöz, îtîraza biryara duyem kirin da Özer ji doza duyem berdin. Di daxwaznama parêzeran de behsa temenê wî kirin ku 65 saliye û dikarin bi şertê kontrola edlî ew berdin.

Wê dadgeh di mijarê de di rojên pêşiya me de biryara xwe bide.