Dadgehê biryara girtina Seroka TTBê Sebnen Korur Fincanci da

27 October 2022 17:54 0 dîtin
Dadgehê biryara girtina Seroka TTBê Sebnen Korur Fincanci da

PeyamaKurd - Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku 26ê Cotmehê li mala xwe ya Stenbolê hatibû binçavkirin û bo Enqereyê hatibû veguhestin, îro Pêncşemê derket pêşberî dadgehê û biryara girtina wê hat dayîn.

 Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, di bernameyeke televizyonê de, 20ê Cotmehê li ser lêkolînkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê nirxandin kiribûn û piştre jî di medyaya nezîkî deshilatdariyê de wekî hedef hatibû nîşandan.

Piştre jî ji bo Fincanci dozgeriyê lêpirsîn dabû destpêkirin û doh 26ê Cotmehê jî li mala xwe ya Stenbolê bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” hatibû desteserkirin.

Fincanci, îro bi daxwaza girtinê ya dozger derket pêşberî dadgehê û Dadweriya Sulh Cezayê jî biryara girtina wê da.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Partiye Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku hevpeymanê hikûmeta AK Partiyê ye, beriya niha çend caran daxwaza girtina TTBê kiribû û Fincancî wekî hedef nîşan dabû.

Binçavkirin û girtina Fincanci karvedaneke zêde li Tirkiye û Ewropayê bi xwe re aniye ku girtina wê wekî binpêkirina derbirina azadiyê tê nirxandin.