AYM ji bo doza girtina HDPê dicive: 2 bijarde li ber hene...
PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parastina devkî ya li ser doza girtinê qebûl nekir, sibe 11ê Nîsanê bêyî parastina rêveberên HDPê dicive.
HDPê bi hinceta destpêkirina proseya hilbijartinên 14ê Gulanê, red kiribû ku roja 11ê Nîsanê parastina devkî bike û wekî alternatîf jî biryar daye bi navê Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinan.
HDPê roja 6ê Nîsanê ragihandibû: “Roja parastina devkî ku Dadgeha Destûrê diyar kiriye, destwerdana di hilbijartinên serbest û dadmend de ye. Li hemberî vê helwesta Dadgeha Destûrê em roja 11ê Nîsanê parastina devkî nakin.”
AYM 11ê Nîsanê li ser îtiraza HDPê ya parastina devkî û doza girtinê bi giştî kom dibe. Li gorî hiqûqnasan 2 bijarde li pêş dadgehê hene ku yek ji wan dadgeh dikare derbarê HDPê de biryara “mafê neaxaftinê” bide û rapora xwe amade bike. Herwiha dosyayê jî bo raportorê dadgehê bişîne. Bijardaye duyem jî dadgeh careke din mafê parastina devkî bide HDPê û ji bo cara dawî wan agahdar bike.
Piştî nirxandina rapora raportorê dadgehê, wê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan ji bo biryarê rojekê diyar bike û endamên dadgehê bicivin.
Ji bo HDP bê girtin pêwîste ji 15 endamên dadgehê 10 dengên “erê” bên dayîn ku di biryarên heta niha hatine dayîn de, kêmtirî 10 kesan deng dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin