Mithat Sancar: Me ji AYMê xwest encama doza girtina HDPê pistî hilbijartinan eskere bikin
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, li navenda giştî ya partiyê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku wan serî li Dadgeha Destûrê (AYM) daye û xwestiye, encama doza girtina HDPê ji bo piştî hilbijartinan bipaş bixin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ku bixwe profesorê hiqûqê ye, doza girtina HDPê wekî dozeke siyasî û nehiqûqî rave kir û got, divê Dadgeha Destûra Bingehîn hemû karûbarên li ser doza girtina HDPê rawestîne û di zûtirîn demê de bersiva erênî bide daxwaza wan.
Sancar da zanîn ku wan bi serlêdana xwe ji AYMê xwest ku biryara xwe ya li ser girtina doza HDPê piştî hilbijartinan bide.
Mithat Sancar got: “Divê AYM hemû karûbarên li ser vê dozê rawestîne. Deshilat dixwaze vê dozê li dijî HDPê wekî amûreke gefê bi kar bîne. Li dijî vê gefê, me her cûre bergirî wergirtine.”
Hevserokê HDPê Sancar diyar kir: “Pêwîste AYM di zûtirîn demê de bersiva erênî bide me. Paşxistina bersivê, dê îdiayên wekî Dadgeha Destûrê li gor fermanên desthilatê tevdigere, bihêztir bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin