Mithat Sancar: Xemsarîyê karesat dijwartir kir, hikûmet nikare berpirsiyariya xwe vesêre

13 February 2023 19:34 0 dîtin
Mithat Sancar: Xemsarîyê karesat dijwartir kir, hikûmet nikare berpirsiyariya xwe vesêre

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar got, xemsarî û bêkêriya hikûmeta Tirkiyê, karesata erdhejê dijwartir kiriye.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di civîna Navenda Kordînasyona Krîzê ya HDPê ku li Enqerê hat lidarxistin de, axivî û rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girtinç

Sancar got ku xemsarî û bêkêriya hikûmetê, pirsgirêk mezintir kirine û diyar kir, di bingeha vê karesatê de bêxemî, bêkêrî û nebûna kordînasyonê ya hikûmetê heye ku siyaseta talanê û berjewendiya hin aliyan, sedema sereke ya vê karesatê ye.

Mithat Sancar wiha axivî: “Hikûmet ji bo alîkarîya welatiyan gelek dereng maye. Ev derengketin û nebûna hevahengiyê bû sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan. Hikûmetê nekariyê krîzê bi rê ve bibe û lewma erdhej veguherî krîz û trajediyekê mirovî. Di vê karesatê de desthilatdarî nikare berpirsyariya xwe veşêre.”