Mithat Sancar: Ti girêdaneke me bi PKKê re nîne!
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, li mijara pêwendiya wan a ligel PKKê got ku ti girêdayîneke wan a bi rêxistineke din û PKKê re nîne.
Mithat Sancar di weşana zindî ya televizyoneke Tirkiyê de wiha axivî: “Niha HDP eger bi rastî wek ew dibêjin bûya, çawa ew qas bi germî bê pêşwazîkirin û qebûlkirin? Hemû kes vê dibîne; em behsa 8-10 milyon dengan dikin. Gelo 10 milyon mirov hene ku bixwazin Tirkiyê parçe bikin, nexêr. Ti girêdayîneke me ligel rêxistineke din, ligel PKKê nîne, me her tim ev yek gotiye. Em bi xwe biryarên xwe didin.”
Hevserokê HDPê da xuyakirin ku şerekî sîstematîk ê psîkolojîk li hember partiya wan tê kirin û got: “Bêguman dê ev yek bandore li hinekan bike, lê bifikirin pêşdaraza çend sal berî niha zêdetir bû. Niha hejmara yên guhê xwe didin gotinên desthilatê roj bi roj kêm dibe.”
Sancar diyar kir: “Hemû tişt bi hûrgilî di civînan de tê nîqaşkirin. Dema li me temaşe dikin ti gumana wan nîne. Dijî me doza girtinê vekirin, Dadgeha Destûra Bingehîn îdîaname paşde vegerand `ev çi rezalet e?`. Di demekê de ku ev hemû li holê ne êdî ev pirs ji me nayê kirin. Ji ber tevî hemû êrîşan HDP li ser siyaseta demokratîk pêdagir e. Di nav yekbûna Tirkiyê de li ser meşa xwe ya bi biryar ji bo çareseriya demokratîk berdewam e. Di vî warî de teredûteke herî biçûk nîne, gelek kes ji vê piştrast bûne. Erkê me ew e em xwe bi yên piştrast nebûne jî bidin nasandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin