"Li ser operasyona hevpar a li dijî PKKê bi Tirkiyeyê re ti peymanek nîne"

27 March 2024 09:41 0 dîtin
"Li ser operasyona hevpar a li dijî PKKê bi Tirkiyeyê re ti peymanek nîne"

PeyamaKurd – Mijara vekişîna gav bi gav hêzên Koalîsyona Navdewletî, hat diyarkirin ku ew ê di nav mijarên ku wê di serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ya Washingtonê de bên gotûbêjkirin. Herwiha hat îdiakirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de derbarê operasyona hevpar a li dijî PKKê de lihevkirinek çênebûye.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Ebasî di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala AlHedathê de ragihand ku yek ji mijarên ku di serdana Sûdanî ya ji bo Washingtonê ya meha Nîsanê de wê were gotûbêjkirin, vekişîna gav bi gav hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê ye.

Ebasî di nirxandina xwe de li ser mijara çawa û kengê vekişîna Amerîka ji bo lihevkirina bi aliyên Iraqî re diyar kir ku danûstandinên ji bo vê yekê berdewam in û got, "Me bi Amerîkayê re li ser cudakirina Iraq û Sûriyê li hev kir, pêwîstî bi mayîna hêzên koalîsyonê heye. Dibe ku pêwîstiya Sûriyê bi hebûna van hêzan hebe.”

Ebasî bal kişand ser wê yekê ku di navbera Iraq û Tirkiyê de li ser operasyona hevbeş li dijî PKKê ti rêkeftinek çênebû û got, “Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser operasyoneke hevpar a li dijî PKKê ti lihevkirinek nîne, lê aliyê Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku eger ewlekarî li ser sînorên me yên hevpar hebe, pêwîst nake hêzên Tirkiyeyê li Iraqê bimînin.”

Wezîr Ebasî diyar kir ku destûr nahêle hêzên ewlehiyê di warê siyasî de destwerdanê bikin, lê ew bi biryar in ku binesaziya leşkerî ya artêşa Iraqê ji nû ve ava bikin.

Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina Romanowski di 24.03.2024ê  de di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihand: “Metirsiya hebûna DAIŞê li Iraqê berdewam e, ji ber wê jî erka leşkerî ya hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka ji bo jinavbirina wê rêxistinê bi temamî bidawî nebûye. ”

Herwiha Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina Romanowski di 24.03.2024ê de di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihand: “Metirsiya hebûna DAIŞê li Iraqê berdewam e, ji ber wê jî erka leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka ji bo jinavbirina wê rêxistinê bi temamî bidawî nebûye. ”

Ji aliyê din ve, civîna bê ya danûstandinên ewlekarî yên navbera Tirkiye û Iraqê di 14ê Adara 2024an de li Bexdayê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî hevdîtinê hat dayîn de hat gotin, "Tirkiye biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ya ku PKK rêxistineke qedexe ya li Iraqê ye qebûl kir."