Erdogan derbarê operasyona hevpar a li dijî PKKê daxuyanî da
Peyamakurd - Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ragihand ku bi Îranê ra operasyona hevpar a li dijî PKKê hatîye gotubêjkirin û got, “duh operayonek hate kirin. Berê jî hat kirin lê vê carê berfirehtir bû. Ev operasyon dê berdewam bikin.”
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ji medya tirkî ra axivî û pirsên rojevê bersivandin.
Erdogan derbarê operasyonê hevpar a bi Îranê ra axivî, “Ev demeke dirêj li ser sînorê Îran-Tirkiyê… Hûn dizanin li wir milê PKKê yê Îranê, PJAK heye. Îranî ji PJAKê aciz in. Û em jî jî PKKê aciz in. Em derbarê operasyoneke li dijî PKK/PJAKê axivîn. Duh bi şev jî operayonek hate kirin. Berê jî operasyon hatibû kirin lê vê carê operayoneke berfirehtir bû. Encamên operasyonê nehat eşkerekirin.”
Erdogan bibîrxist ku bajarê Efrînê yê Rojavayê di 18ê Adarê ji alîyê Artêşa Tirkiye (TSK) û Artêşa Azad a Sûrîyê (ASA) ve hatîye kontrolkirin. Erdogan, “Ji ber ku me plana xwe ya li Efrînê cîbicî kiriye em kêxweş in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin