Operasyona hevpar a HSDê û Amerîkayê li dijî DAISê car din dest pê dike

26 November 2019 11:01 0 dîtin
Operasyona hevpar a HSDê û Amerîkayê li dijî DAISê car din dest pê dike

PeyamaKurd - Du mehan piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, careke din operasyonên hevbeş ên hêzên Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî rêxistina DAIŞê dest pê kir.

Bi gotina rayedarên leşkerî yên Amerîkî şervanên HSDê piştgiriya hêzên Amerîkî li çend navçeyên Dêrezorê operasyonên leşkerî pêk anîn û di wan operasyonan de çendîn terorîstên DAIŞê hatin kuştin û herwiha çend çekdar jî birîndar bûn. Herwiha hat ragihandin ku 10 çekdar jî hatine girtin.

'500 leşkerên Amerîkî hêj li bakur û Rojavayê ne'

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie‎ berê jî diyar kiribû ku nêzîkî 500 leşkerên Amerîkî hêj li bakur û Rojavayê Kurdistanê ne da ku bi HSDê re di nava roj û hefteyan de dest bi operasyona ‎dijî ‎DAIŞê bikin.‎ 

Kenneth McKenzie herwiha dabû zanîn ku di van operasyonan de wê ligel Hêzên HSDê tevbigerin.‎

General Mckenzie gotibû: “Armanca me ew e, em pozîsyona xwe ya li vê derê biparêzin, ligel Hêzên ‎Sûriyeya Demokratîk (HSD), dijî hedefên DAIŞê li aliyê xwarê yê geliyê Çemê Firatê dest bi ‎operasyonan bikin.”