HSDê li ser operasyona li dijî DAISê ya li Reqayê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Reqayê di operasyona li dijî DAIŞê de 18 endamên DAIŞê hatine desteserkirin. Di daxuyaniya HSDê de hate gotin ku ji bo jinavbirina DAIŞ’ê bi temamî pêwîstî bi hevkariyeke berfireh a navneteweyî heye.
Hate diyarkirin ku di operasyona ku HSDê li Reqayê li dijî DAIŞê pêk anî de 18 çeteyên DAIŞê hatin desteserkirin.
Doh (22.12.2024) di daxuyaniyeke de ku ji aliyê HSDê ve hatiye belavkirin tê gotin, "Di vê heyama ne aram a piştî rûxandina rêjîma Beas li Sûriyê, rêxistina terorîst a DAIŞê careke din dest bi tevgerê kir. Depoyên çekan ên artêşa Sûriyê li herêmên cuda, êrîşên terorîstî pêk anîn."
Daxuyanî wiha dewam kir: "Rêxistina terorîst hewl da ku li herêmên bejahî yên li herêmên biyabanî yên Sûriyeyê, derdora Reqa û herêmên din ên stratejîk, kontrola xwe berfireh bike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navdewletî şeva 21ê Kanûna 2024an li baregehên bajarê Reqayê li dijî DAIŞê êrîşek pêk anîn. Di encama vê operasyonê de 18 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.”
Di daxuyaniya ku tê de mijarên derbarê armanca operasyonê de cih girtin wiha hat gotin: "Ev operasyon ji bo bersivdayîna hewldanên rêxistina terorê ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêîstiqrariyê çêbike û ewlehiya herêmê têk bibe hat kirin, armanc ew bû ku planên rêxistinê pûç bike."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku HSDê wê bi biryardarî operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî yên li dijî DAIŞê bidomîne û hat diyarkirin:
"Ji bo bi temamî jinavbirina vê metirsiyê, hevkariyeke navdewletî ya berfireh û bihêz pêwîst e, ji ber ku her gefeke terorîstî metirsiyê li ser tevahiya cîhanê çêdike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin