Operasyona li dijî DAISê li Selahedînê: Sitargeh hatin îmhakirin

18 September 2024 10:09 0 dîtin
Operasyona li dijî DAISê li Selahedînê: Sitargeh hatin îmhakirin

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku di operasyonên asmanî yên li parêzgeha Selahedînê de sitargehên terorîstên DAIŞê hatin jinavbirin.

Berdevkê Resûl di daxuyaniya xwe ya doh Sêşemê de ragihand, di bin çavdêriya Wezîrê Berevaniyê de, bi zanyariyên berfireh ên Rêveberiya Giştî ya Îstixbarat û Ewlekariyê û hemahengiya Fermandeya Operasyonên Hevbeş, wan cihên ku tê de hatine destnîşankirin. Terorîstên DAIŞê xwe veşartibûn.

Yehya Resûl diyar kir, li ser van agahiyan, hêzên asmanî di çarçoveya Operasyonên Kerkûkê de li rojhilatê Selahedînê sitargehên DAIŞê jinavbirin.