Operasyona li dijî DAISê li 13 parêzgehan: 72 kes hatin desteserkirin

25 July 2024 10:00 0 dîtin
Operasyona li dijî DAISê li 13 parêzgehan: 72 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li 13 parêzgehên Tirkiyeyê di operasyonên li dijî DAIŞa rêxistina terorê de 72 gumanbar hatin girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî de derbarê operasyonan de agahiyên berfireh da.

Bi hemahengiya Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata Ewlekariyê û Rêveberiya Dijî Terorê; Yerlikaya diyar kir ku di operasyonên ku li Enqere, Edene, Antalya, Çorum, Elezîz, Dîlok, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Kilîs, Mêrsîn, Riha û Trabzonê hatin kirin de 72 şikbar hatin girtin û wiha got: “Herwiha di encama operasyonan de gelek pereyên biyanî, Lîreyên Tirk û malzemeyên dijîtal hatin desteserkirin.”