Tirkiye | Operasyona li dijî DAISê li 37 parêzgehan: 189 kes hatin desteserkirin!

30 December 2023 14:30 0 dîtin
Tirkiye | Operasyona li dijî DAISê li 37 parêzgehan: 189 kes hatin desteserkirin!

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di Operasyona Qehreman-38an da ku hemwext li 37 parêzgehan li dijî DAIŞê rêxistina terorê hat kirin de, 189 gumanbar hatin girtin.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku li 37 parêzgehan operasyonên hemwext hatin kirin.

Yerlîkaya ku dîmenên operasyonan jî parve kir ev tişt got:

“Ez dixwazim gelê me yê ezîz bizane ku ji bo aştî, yekîtî û yekitiya welatê xwe em tehemûla ti terorîstan nakin. Em ê bi duayên gelê xwe û bi hewldanên bilind ên hêzên ewlehiyê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Ez polîsên me yên qehreman ên ku çalakî li dar xistine pîroz dikim. Xwedê bila kevir li lingên wan nexe. Em salê 365 rojan, 4 demsal, 12 meh, şev û roj operasyonan organîze dikin. Têkoşîna me ya li dijî terorê heta terorîstê dawî bê berterefkirin wê bi biryardarî bidome."