Erdogan li ser operasyona bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî: Navnîsan û dîroka...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyona bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir, navnîşan û dema operasyonê nayê gotin.
Recep Tayyip Erdogan beriya ku ji bo beşdariya Yekemîn Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Tirkmenistanê, biçe Tirkmenistanê li Balafirgeha Esenboga ya Enqerê civîneke çapemeniyê pêk anî.
Recep Tayyip Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ku got “Hûn dixwazin li ser operasyona bejayî ya li Bakurê Sûriyeyê çi bibêjin?” da zanîn: “Weke ez her car dibêjim dîsa dibêjim; navnîşan û dîroka vî karî nayê gotin. Lê di Rêkeftina Soçiyê de hedefên ku em birêz Putin re gihiştinê diyar e. Min ev dîsa anî bîra wî.”
Serokomarê Tirkiyê eşkere kir: “Armanca me bi taybetî ji sînor ber bi başûr bi kûrahiya 30 kîlometreyî armanceke me heye. Ji van cihan welatê me berdewam di bin gefa terorîstan de dimîne. Di demên dawî de ev bi awayekî cidî zêde bû. Ne pêkan e em li dijî van bêdeng bimînin.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Di operasyona Pence-Kilîdê de em çi gavan diavêjin, bi heman awayî li bakurê Sûriyê, ne pêkan e ku em li dijî êrîşên ku dem bi dem bo ser welatê me têne kirin, bêdeng bimînin. Em ji bo vê yekê jî hişyar dikin, bi bîr tînin û bi welatê dost Rûsyayê re gavên ku em ê li vê derê biavêjin bi hev re bikin û heta cibicî bikin, min piştevaniya wan xwest.”
Herî dawî Erdogan eşkere kir: “Em di vê mijarê de bi tu awayî tawîzê nadin. Ji ber ku welatê min, di bin gefa terorê de ye, pêwîst nake em ji kesekî destûrê werbigrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin