Reuters: Dibe ku kabîneya Erdogan îro biryara operasyona bejahî bide

28 November 2022 19:14 0 dîtin
Reuters: Dibe ku kabîneya Erdogan îro biryara operasyona bejahî bide

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê rayedarên Tirk ragihand ku wê îro 28ê Mijdara 2022yan di civîna kabîneya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, mijara operasyona bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê were gotûbêjkirin û dibe ku îro biryara destpêkirina operasyonê jî were dayîn.

Rayedarekî payebilind ê Tirk gotiye, hêzên çekdarên Tirkiyeyê (TSK) hemû amadekarî kirine û heta çend rojan dikarin dest bi operasyonê bikin û diyar kiriye, heger di civîna îro ya kabîneya hikûmetê de biryar bê wergirtin wê destpêkirina operasyonê zêde dom neke.

Herwiha rayedarê Tirk ji Reutersê re daye xuyakirin ku wê di vê operasyonê de armanca wan Minbic, Kobanê û Tel Rifat be û gotiye, “Êdî neçariyeke ku herêmên di operasyonên ji sala 2016an ve hatine kontrolkirin bi hev ve bêne girêdan”.

Her çiqas ku tê zanîn ku Rûsya û Amerîkayê çiraya kesk ji operasyonê re vênexistiye jî rayedarê Tirk daye zanîn, ji bo operasyona muhtemel Enqere bi Amerîka û Rûsyayê re di nav pêwendiyê de ye.

Li gorî nûçeya Reutersê rayedarekî din ê Tirk jî gotiye, “Hemû amadekarî hatine kirin.Êdî biryar wê siyasî be”.

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha gelek caran gefa operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû, ew dê xeta 30 kîlometre kûrahiyê bi Tel Rifat, Minbic û Kobaniyê temam bikin û plana xwe jî li gorî wê amade kirine.