Erdogan: Teror bidawî dibe, deriyekî nû li Tirkiyê vedibe
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan ku tekane namzedê seroktiyê ye, di Kongreya 8an a AK Partiyê de gotarek pêşkeş kir. Erdogan, di axaftina xwe de li ser rojevê û hedefên AK Partiyê peyam dan.
Erdogan li ser proseya Îmraliyê ya hatiye destpêkirin jî bêyî bi nav bike got, “Teror û siyaset, teror û demokrasî, li gel hev nabin. Ji bo vê yekê ew ê derfetên li pêş xwe bikar bînin û tundiya çil salan çareser bikin.”
Serokomarê Tirkiyê got: “Di dema ku cîhaneke nû tê avakirin, divê Tirkiye ji pirsa terorê rizgar bibe. Em ê siya tundî, çekan li ser welat rakin. Tirk, Kurd û Ereb em ê bibin yek û tundiya çil salan bidawî bikin.”
Herwiha Erdogan da zanîn: “Dema teror rabe, ji demokrasî heta geşepêdanê dê deriyekî nû vebe. Li Tirkiyê dê bingeheke tendurist ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan ava bibe. Hêza sereke ya aborî, siyaseta derve û siyasetê demokrasî ye.”
Erdogan tekez kir: “Em ê eniya navxwe li ser bingeha biratî û demokrasî ava bikin. Em ê derfetên li pêş xwe baş bikar bînin. Em ê ya herî baş bikin û ji bo ya herî xirab jî amadekarîyê bikin.”
Di kongreya AK Partiyê de 1607 delege deng didin û çaverêye Erdogan ji nû ve wek serok bê hilbijartin.
Di kongreyê de, lîsteya Komîteya Navendî ya Biryar û Birêvebirinê û ya Komîteya Dîsîplînê ya AK Partiyê diyar bûn.
Li gorî lîsteyê, Dursun Ataş, Îdrîs Nebî Hatîpoglu, Kurşad Zorlu, Seyîthan Îzsîz û Unal Karaman ên ku ji Partiya ÎYÎyê çûne û Nedîm Yamalî û Serap Yazici Ozbudun ên ku ji Partiya Paşerojê çûne, ketin nav lîsteya Komîteya Navendî ya Biryar û Birêvebirinê Navendî ya Biryar û Rêvebirinê ya AK Partiyê.
Navên ku di lîsteya MKYK ya AK Partiyê de cih girtin wiha ev in:
- Abdulkadîr Develî
- Abdurrahman Akyuz
- Ahmet Baha Ogutken
- Ahmet Bal Kiymaz
- Ahmet Buyukgumuş
- Ahmet Mucahit Arinç
- Alî Îhsan Yavuz
- Ayşe Keşîr
- Azîz Babuşçu
- Belgîn Uygur
- Cengîz Tokmak
- Bîlgîn Torekoglu
- Cihad Terzioglu
- Çigdem Karaaslan
- Derya Ayaydin
- Dursun Ataş
- Efkan Ala
- Erkan Kandehîr
- Eyup Kadri Înan
- Fahrettin Yahşî
- Fatih Sadullah Selman
- Fatîh Şahîn
- Fatma Betul Sayan Kaya
- Fadîme Zehra Şener
- Gokhan Dîktaş
- Halît Yerebakan
- Hamza Dag
- Hasan Basrî Yalçin
- Hayatî Yazici
- Haydar Alî Yildiz
- Hîlal Kalyoncu Koç
- Hîlmî Turkme
- Hulya Terzioglu
- Huseyîn Yayman
- Îdrîs Nebi Hatîpoglu
- Îsmet Gergerlî
- Kurşad Zorlu
- Mahîr Unal
- Mehmet Kirmizi
- Mehmet Umut Tuncer
- Melek Duman
- Menderes Mehmet Tevfîk Turel
- Mesut Ozîl
- Muhammed Faruk Acar
- Mustafa Demîr
- Mustafa Elîtaş
- Mustafa Hulkî Cevîzoglu
- Mustafa Nedîm Yamali
- Mustafa Ozkan
- Mustafa Şen
- Nîhat Zeybekçî
- Nîlhan Ayan
- Osman Gokçek
- Omer Çelîk
- Omer Faruk Beslî
- Onder Matlî
- Sadettîn Hulagu
- Selçuk Sumer
- Serap Yazici Ozbudun
- Serpîl Kavrak
- Sevan Sivacioglu
- Sevîlay Tuncer
- Seyîthan Îzsîz
- Temel Başalan
- Turk Îslam Karakoç
- Umut Arman Sonay
- Unal Karaman
- Velî Arslan
- Yusuf Ziya Yilmaz
- Zafer Sirakaya
- Zakîr Avşar
- Ziya Serdar Kiliç

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin