Erdogan: Em tim amade ne meseleyan bi rêbazên derveyî terorê çareser bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera ji welatên Arnavût û Sirbistanê de, li ser nermbûna siyasî ya bi DEM Partiyê re û egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan, li ser silavdan û peyamên nermbûnê yên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Tifaqa Cumhur bo Partiya Wekhevî û Aştiya Gelan (DEM Partiyê) got ku “Em helwesta birêz Bahçelî ji bo welatê xwe, di têkoşîna demokrasiyê de erênî û watedar dibînin.”
Erdogan diyar kir: "Banga girîng a birêz Bahçelî ya lihevkirina siyasî û diyalogê girîng e. Loma jî ew gava avêtiye nabe bê piştguhkirin.”
Serokomarê Tirkiyeyê got: “Di bingeha siyaseta me de, çareserkirina pirsgirêkên welat bi rêya lihevkirinê û beşdariya pêkhateyên cuda yên civakê heye. Pir zelal e ku bi rêbazên terorê ti encamek dernayê.
Dema em li geşedanên herêma xwe temaşe dikin, dabînkirina keşeke aştî aramiyê li welatê me, ji bo her kesî bi xêr e. Em ê li dijî her cûre terorê têbikoşin û li hemberî rawestin. Lê em her tim amade ne meseleyan bi rêbazên derveyî terorê çareser bikin.”
Herwiha Erdogan, li ser aliyên bi silavdana Bahçelî ya DEM Partiyê şaş mane jî got, “Em wek siyasetmedarekî xwedî ezmûn ji vê pêngava birêz Bahçelî xerîb nabînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin