Atîna xwe ji pistî Erdogan re amade dike

15 January 2024 15:06 0 dîtin
Atîna xwe ji pistî Erdogan re amade dike

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Yunanistanê Nikos Dendias diyar kir ku divê artêşa Yewnanîstanê li dijî egera bêaramiya piştî bidawîbûna serdema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwe amade bike.

Wezîrê Parastinê yê Yewnanîstanê Nikos Dendias di daxuyaniya xwe ya ji bo Kathimerini de peyaman da Tirkiyeyê.

Dendias diyar kir ku divê hêzên çekdar ên Yunanistanê li dijî egera bêaramiya piştî bidawîbûna serdema dawî ya Erdogan amade bibin û got: "Ku serdema Erdogan bi dawî bibe wê çi bê serê Tirkiyeyê? Em vê nizanin. Tirkiye ne welatekî statîk e."

 

Dendias anî ziman ku di serdemên serokên bihêz ku demeke dirêj desthilat dimînin de her bêaramî rû dide û dom kir: "Ev tê wê wateyê ku divê beriya 2030î, em ji her rewşê re amade bin. Herêma me rê nade sistiyê. Li derdora me çavkaniyên bêaramiyê pir in û ev yek pêwîstiya ku em hêzên xwe yên çekdar bi çekên modêrn sext bikin, li ser me ferz dike."