Erdogan: “Me amadekariyên xwe yên li ser ‘destûra nû’ temam kir”
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku partiya hevkarê wan MHPê amadekariyên xwe li destûra nûh temam kiriye û AKP jî xebatekî wisa wekî ya MHPê kiriye û karên xwe temam kirine. Erdoğan got ku wê xebatên her dû partiyan bigihînin hev û bawere ku wê destûrekî xwurt çêbikin.
Erdoğan behsa partiyên din nekir bê wê bi wan re di nivîsandina destûra nûh de hevkariyê bike an na. Eger partiya CHPê ya muxalefetê an DEM Partî destekê nede destûra nûh, di dengdana meclisa Tirkiyê de nayê qebûl kirin ji ber şertê 367 dengan heye.
00000
Îsraîl 88 cenaze şand Xezayê lê hukumeta Fîlîstînê biryara î’ada cenazeyan da
PeyamaKurd – Hukumeta Fîlîstînê ya Xezayê ragihand ku Îsraîlê ji wan re 88 cenazan şandiye lê ji ber ne li gor protokolê bûye, cenazeyan î’ade kiriye. Rêvebirê ofîsa medyayê ya hukumeta Xezayê İsmail Sevabite di mijarê de axifî:
“Wezareta tenduristiyê ya hukumeta Xezayê ragihand ku ji bo teslîmsitendina cenazeyan komîteyekî ji pisporan ava kirine. Me roja Çarşemê teslîmsitendina cenazan qebûl nekir ji ber ne li gor protokola navdeweletî bû.
Hêzên Îşxalê bê komîteyekî navdewletî, Ereb an dezgeyekî din hebe, bê nasname, bê temenê wan hebe, cînsiyeta wan û ji kîjan deveran revandine ti agahî nedidan û xwestin cenazan bibin me. Lewra me cenazan qebûl nekir.
Di bin van şertan de hukumet ji bo hurmeta cenazan, teslîm bistînin, biryarê da ku ji pêwendîdaran komîteyekî ava bike û piştî avakirina komîtê konteynira cenazan teslîm sitendin. Piştî ewraqên fermî temam bibin, wê cenaze bên definkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin