Erdogan li Bedlîsê axivî: Tirkiyeya berê bi temamî li pas maye!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 25ê Tebaxê ji bo beşdariya merasîmên 983yemîn Serfiraziya Melezgirê û civîna kabîneyê serdana bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê kir.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, li Bedlîsê beşdarî merasîma vekirina hejmarek navendên tenduristiyê û veberhênan kir û gotarek pêşkeş kir û got: “Êdî Tirkiyeya berê bi temamî li paş maye. Ew roj êdî li paş mane ku welatiyên me ji ber nijad, bawerî û zimanê xwe cudaxwazî lê dihat kirin"
Erdogan diyar kir, "Ew roj êdî li paş mane ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin, civak dihat kerrkirin, ji welatê me re îstiqamet dihat destnîşankirin"
Serokomarê Tirkiyê got, "Li Çiyayê Gabarê yê heta duh jî hêlîna terorê bû, îro em yek ji rezervên herî mezin ên petrola welatê me derdixin" û wiha pê de çû: "Siya tarî ya terorê her ku ji parêzgehên me yên rojhilat û başûrê rojhilatê vedikişe, potansiyela bajarên me yên bi salan e bêkêr mane derdikeve holê"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin