Serokwezîrê Yunanistanê bi Erdogan re li ser rewsa penaberên Afganî axivî

21 August 2021 10:08 0 dîtin
Serokwezîrê Yunanistanê bi Erdogan re li ser rewsa penaberên Afganî axivî

PeyamaKurd Ofîsa Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis bi daxuyaniyekê da zanîn, do Înêyê Mitsotakis, bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser rewşa penaberên Afganistanê bi rêya telefonê re pêwendî danî û gotûbêj kirin.

Atîna diyar dike, ew ê rê nede dubarekirina bûyerên 2015an, dema ku bi sed hezaran mirov bi keştiyên qaçaxçiyan, ji beravên nêzî Tirkiyê ji bo çûyina Ewropa derbasî giravên Yûnanîstanê bûn.

Wezîrên Yunanî yên berevanî û parastina hemwelatiyan, îro serdana sînorê bejayî yê Evrosê yê bi Tirkîyê re kirin ku tedbîrên hember îhtimala pêlên nû yên penberan û pîvanên ewlehiyê bibînin.

Wezîrê Parastina Hemwelatîyan Michalis Chrisochoidis destnîşan kir, krîza Afganî di warê jeopolîtîkî de xalên nû derdixe û rê li ber îhtîmala pêlên koçberîyê vedike. Chrisochoidis got: "Biryara me ye ku em sînorên xwe biparêzin û ewle bikin. Em pêgir in ku tixûbên me ewledar û patastî bin."

Yunanistan ji Adara 2020an vir ve, berevaniya sînorên xwe xurt dike, dema ku Tirkiyê eşkere kir ku sînorê xwe ji bo Ewropa vekiriye û pêşiya bi hezaran penaberan vekir ku berê xwe bidin Yûnanîstanê.