Erdogan bo Rojavayê Kurdistanê: Em ê kembera ewlehiyê temam bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Li Sûriyeyê ew cihên mayî yên kembera me ya ewlehiyê, heke dem û wexta wê hat em ê temam bikin.”
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, di axaftina xwe ye li bajarê Rîzeyê kir de, behsa operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Me bi operasyona Pençe Kilîdê ku li Bakurê Iraqê berdewam e, rêxistina dabeşker ji sînorên xwe gelek dûr xistiye.”
Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir, “Bi operasyonên me yên li Sûriyeyê jî jixwe me heman tişt berî niha jî bi serkeftî pêk anîbû. Li qada Sûriyeyê jî ew cihên mayî yên kembera me ya ewlehiyê, heke dem û wexta wê hat bi saya Xwedê em ê temam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin