Erdogan gefa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê xwar: Em nahêlin ‘terorîstan’ bê avakirin

30 May 2024 16:24 0 dîtin
Erdogan gefa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê xwar: Em nahêlin ‘terorîstan’ bê avakirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî merasîma destpêkirina Tetbîqata Leşkerî ya Efes 2024 a li Îzmîrê bû û gotarek pêşkeş kir û li ser hilbijartinên herêmê yên Rojavayê Kurdistanê ku tê çaverêkirin 11ê Hezîrên bêne kirin, gef xwar.

Erdogan got ku pêwîst bike ew dê li hemberî hilbijartinên ji bo ewlehiya Tirkiyê metirsî ne gavan bavêjin û wiha pê de çû: “Em çalakiyên hedefgirtina yek parçeyiya welatê me û Sûriyê yên bi hinceta dengdana gel ji nêzîk ve dişopînin. Me berê jî polîtîkaya xwe ya derbarê vê mijarê de bi awayekî zelal eşkere kir. Tirkiye li kêleka sînorên xwe yên başûr, li bakurê Sûriye û Iraqê bi ti awayî rê nade ku rêxistina dabeşker teroristanekê ava bikin. Me berê jî li hemberî bûyerên ‘çêbû qediya’ tiştê pêwîst kir. Eger em rûbirûyî heman rewşê bibin em ê dîsa jî tiştê pêwîst bikin.”

Erdogan wiha dewam kir: “Bila bê zanîn ku ti wateya hinceta şerê DAIŞê li cem me nemaye. Yekane welatê hevpeymanê NATOyê yê ku li qadê mil bi mil rûbirûyî DAIŞê bûye û derbeyên giran lê dane em in. Ji ber wê jî em baş dizanin ku bi rêya vê rêxistinê dixwazin çi bikin û li herêma me lîstikeke çawa bilîzin. Eger mijar bibe yekparçeyiya welatê me û ewlehiya gelê me, em guh nadin kesekî û serê xwe li hemberî ti gefê natewînin.”