Erdogan gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê xwar...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 28ê Cotmehê di axaftina koma AKPê ya parlamenê de, gefa êrîş û operasyoneke nû bo Rojavayê Kurdistanê xwar.
Serokomarê Tirk li ser rêkeftinên ligel Rûsya û Amerîkayê yên bo dûrxistina ji sînoran a hêzên HSDê got, "Heke sozên xwe bicih neyînin û terorîst (HSD) venekişin xeta ku me diyar kiriye, dubare dikim ku kengî em hewce bibînin mafê me yê rewa ye em bikevin tevgerê.”
Erdogan li ser Sûriyê hem Rûsya hem jî Amerîka rexne kir ku sozên dane Tirkiyê bicih neanîne û îdia kir ku ti kesî bi qasî wan li dijî DAIŞê têkoşîn nedaye,
Erdogan got, “DAIŞ di rastiyê de tenê li dijî Tirkiyê têdikoşe. Êrîşa Rûsyayê ya li Idlibê bi ser baregeha hêzên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) de, nîşan dide ku li herêmê aştîyeke mayînde û aramiyê naxwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin