Erdogan: Em ji bo lûtkeya ku Rûsya jî tê de ye amade ne

09 March 2024 08:38 0 dîtin
Erdogan: Em ji bo lûtkeya ku Rûsya jî tê de ye amade ne

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em amade ne ku mazûvaniya lûtkeya aştiyê ya ku Rûsya jî tê de amade bibe." Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy jî spasiya hewlên Tirkiyê kir û behsa hevkariyê kir.

Erdogan û Serokomarê Ukraynayê Zelenskiy piştî hevdîtina krîtîk daxuyanî dan çapemeniyê.

Erdogan bal kişand ser piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Ukraynayê û amadebûna Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina hewldanên aştiyê, da zanîn ku wan geşedanên şerê Rûsya û Ukraynayê bi berfirehî nirxandine.

Erdogan da zanîn ku bertekên neyînî yên şer li ser planên herêmî û cîhanî bi taybetî li ser Ukraynayê zêde dibin û wiha got: “Ji bo aştiya ku me di Adara 2022an de li Stenbolê ava kiribû, tu gaveke dîplomatîk nayê avêtin. Ji destpêkê ve bi qasî ku ji destê me hat me ji bo bidawîkirina şer li ser esasê muzakereyan kir. Em jî amade ne ku mazûvaniya lûtkeya aştiyê ya ku wê Rûsya jî tê de cih bigire."

Erdogan bal kişand ser girîngiya ku Ukrayna di warê aborî de bi îstîqrar bibe û di heyama pêş de ewlehiya daîmî pêk were û destnîşan kir ku piştgiriya wan a ji bo armanca entegrasyona Ukraynayê ya bi Saziyên Atlantîka Ewropayê re dewam dike.

"Em di wê baweriyê de ne ku Rûsya wê rêzê li helwesta Tirkiyê bigire"

Serokomarê Tirkiyê piştî daxuyaniya çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da û pirsa “Kî dikare piştrast bike ku Rûsya leşkerên xwe ji axa Ukraynayê derxe?” wiha bersivand:

 

"Bi taybetî li vir hebûna leşkerên Rûsyayê li aliyê Ukraynayê, dema ku li wî alî îqtîdarek wiha hebe, garantiyek wiha hebe, ev hemû jî wek Tirkiyeya ku ewqas aştiyê diparêze, em bi vê tezê bawer in. Di vê tezê de hat gotin ku Rûsya bêguman wê rêzê li helwesta Tirkiyeyê bigire. Em di wê baweriyê de ne ku eger ev pêk neyê wê aştiyeke bi vî rengî pêk neyê. Lê herî kêm di raya giştî ya cîhanê de em ê xwe weke Tirkiye wezîfeya xwe pêk anî bihesibînin, mesele ev e."

Serokomarê Ukraynayê Zelenskiy ji ber piştgiriya Erdogan û gelê Tirkiyeyê ya ji bo serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Ukraynayê spasî kir û got, "Em li benda hewldanên pêşerojê ne. Tatarên Qirimê, ev mirovên ku bi taybetî ji hêla Rûsyayê ve têne çewisandin, li axa Ukraynayê ya dagirkirî ne. Divê em wan azad bikin.”

Zelenskiy diyar kir ku wan bal kişand ser plana me ya aştiyê û wiha got: “Lûtkeya mijara gotinê wê li Swêdê jî bê lidarxistin. Di lûtkeya aştiyê de û di pêkanîna vê plana aştiyê de divê rola Tirkiyê jî hebe. Em dixwazin ji bo Ukraynayê encamek û aştiyek lezgîn bi dest bixin."

Zelenskiy got, “Me gelek dem ji bo hevkariya xwe terxan kir û peyman îmze kirin. Em ê bi hev re çek û cebilxane hilberînin. Bêtirî 30 mîlyon genim berê di wê korîdorê re derbas bûne. Ez di heyva Remezanê de aştî û bextewariyê ji her kesî re dixwazim."