Sûriyeyê Erdogan xiste lîsta 'Kesen terorê fînanse dikin'
PeyamaKurd - Rejîma Sûriyeyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xiste lîsta 'kesên ku terorê fînanse dikin.
Rejîma Suriyeyê, lîstên kes, sazî û rêxistinên ku terorê fînanse dikin rojane kir.
Hate ragihandin ku navê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di lîsta kesên terorê fînanse dikin de cih girtiye.
Her wiha HÜDAPAR a ji Tirkiyeyê jî di lîsteyê de cih girt.
Di lîsta niha ya ku ji aliye El Quds el Erebî ve hatiye weşandin, ji gelek welatên cuda lîderên siyasî, karsaz, mele, komele, weqf û rêxistinên curbecur hene.
Balkêş bû ku di lîsta 11ê Tîrmeha 2024an de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û HÜDAPAR jî di nav navên siyasî de cih girtin.
Di lîstê de ji bilî Erdogan, Serokwezîrê berê û Wezîrê Derve yê berê yê Tirkiyey3e Ahmet Davutoglu jî heye.
Navên wek serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî, serokê Durziyên Lubnanî û serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû Welîd Cumbelat û serokê hêzên Lubnanê Samir Caca jî di lîsteyê de cih digirin.
Di lîstê de gelek komeleyên alîkariya mirovî yên ji Tirkiyeyê jî hene.
Hin ji van jî HUDA PAR û Umut-Der, ÎHH, Özgür-Der, Komeleya Sadakataşî…

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin