DYA, Fransa, Almanya û Îngilîstanê banga 'kêmkirina ragesiyê' li Sûriyeyê dikin

02 December 2024 08:36 0 dîtin
DYA, Fransa, Almanya û Îngilîstanê banga 'kêmkirina ragesiyê' li Sûriyeyê dikin

PeyamaKurd – Ji ber ku rageşiya li Sûriyeyê gav bi gav bilind dibe, DYA û hevalbendên wê Fransa, Almanya û Îngilîstanê daxuyaniyeke hevpar dan û banga "kêmkirina rageşiyê" kirin.

DYA û hevalbendên wê Fransa, Elmanya û Îngilîstanê bi daxuyaniyeke hevpar banga "kêmkirina rageşiyê" li Sûriyeyê kirin û banga parastina sivîlan û binesaziyê kirin.

Çar hevpeymanan got, "Em ê çavdêriya rewşa mirovî ya Sûriyê di demeke nêzîk de bikin û daxwaz ji hemû aliyan bikin ku tundûtûjiyê kêm bikin û sivîl û awareyan biparêzin da ku em bikarin rê li koçberbûna bêhtir ji xelkê bigrin û çavkaniyên zêdetir alîkariyên mirovî dabîn bikin."

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de, derbarê biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015an de ku piştgiriya proseya aştiyê li Sûriyê dike, hat gotin, "Girdebûna niha tekez dike ku pêwîstiya bilez bi çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî heye."

Heyet Tehrîr el-Şam û komên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di 27ê Mijdarê de êrîşeke mezin li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de pêk anîn. Koman piştî sala 2016an yekem car bajarê Helebê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî zanyariyan, ne tenê herêmên Kurdan, herwiha deverên din ên Helebê jî di bin kontrola van koman de ne.

Li gorî agahiyên di torên çapemeniyê de, tê payîn ku hêzên HSDê li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên ku Kurd li Helebê gelekî lê dijîn operasyonekê bidin destpêkirin. Hat diyarkirin ku operasyon wê di bin kontrola hêzên Amerîkayê de be.