Îngilîstanê êrîsa hewayî bir ser Sûriyeyê
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Îngilistanê ragihand ku wan herî dawî li Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk aniye.
Daxuyaniyê berpirsiyariya êrîşa hewayî ya ku di 25ê Sibatê de li nêzîkî Cerablusê li gundewarê bakurê Helebê pêk hat, li xwe girt.
Di daxuyaniya Îngilistanê de hat îdîakirin ku di êrîşê de DAIŞ bûye hedef, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kesê di êrîşê de hatiye kuştin endamê koma çekdar a bHuras El-Dîn e.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îngilistanê de ev agahî hatin dayîn:
“Balafirên Hêza Esmanî ya Qraliyetê li ser gera keşfê ya çekdarî ya li Sûriyeyê li hemberî gefên terorîstên DAIŞê berdewam in û amade ne ku bi van hedefan re ger werin dîtin.
Roja Sêşemê 25ê Sibatê, balafireke bêmirov a Reaper terorîstekî DAIŞê yê naskirî li parêzgeha Helebê li bakurê rojavayê Sûriyeyê şopand.
Ekîbên Reaper ji nêz ve çavdêriya wî kesî kir û piştî ku ew wekî peyayek tenê hate naskirin û karibû ku bi xetereyek hindik li ser sivîlan mijûl bibe, wan bi serfirazî terorîst bi karanîna pergala mûşekên Reaper's Hellfireê kir armanc.”
Pêşî hatibû gotin ku ew êrîşa navborî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin