Hûsî: DYA û Îngilîstanê êrîsa hewayî pêk anîn!
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihandin ku DYA û Îngilîstanê 2 êrîşên hewayî birine ser bajarê Hudeydeyê.
Kanala El-Masîra ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku balafirên şer ên DYA û Îngilîstanê 2 êrîşên hewayî li ser Ras Îsa ya li herêma Hudeyde pêk anîne.
Bajarê Hodeidah ku li ser Deryaya Sor e, di nav bajarên girîng ên di bin kontrola Hûsiyan de ye.
Hûsiyan duh ragihandibûn ku wan keştiyeke DYA û Îngilîstanê li Deryaya Sor bi moşekên deryayî kirine hedef û bi awayekî rast li hedefê xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin