Amerîka û Îngilîstanê li Yemenê êrîseke hewayî pêk anîn

28 December 2024 08:40 0 dîtin
Amerîka û Îngilîstanê li Yemenê êrîseke hewayî pêk anîn

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihand ku Amerîka û Îngilîstanê li paytext Sanayê êrîşeke hewayî pêk anîne.

Li gorî nûçeya televîzyona El-Masîrayê ya bi ser Hûsiyan ve, Amerîka û Îngilîstanê "Parka 21ê Îlonê" ya li navçeya Main a paytext Sanayê kirin hedefa êrîşeke hewayî.

Têkildarî kuştî û birîndarên êrîşan tu agahî nehatin bidestxistin û agahiyên din nehatin parvekirin.

Herweha, şeva borî Îsraîlê êrişên asmanî birin ser paytext Sanayê ya di bin kontrola Hûsiyan de û bajarokê Hudeydayê yê li peravên Deryaya Sor.