Hûsî: DYA û Îngilîstanê li bajarê Hudeydeyê êrîseke hewayî pêk anîn
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, balafirên koalîsyonê yên DYA û Îngilistanê 2 êrîşên esmanî birin ser bajarê Hudeyda yê li rojavayê welêt.
Di nûçeya televizyona "El-Mesira" ya girêdayî Hûsiyan de hat diyarkirin ku balafirên koalîsyona DYA-Brîtanî 2 êrîşên hewayî birin ser herêma El-Cebane ya li rojavayê Hudeydê.
Di nûçeyê de derbarê ziyanên ji ber bomberdûmanê de ti agahî nehatin bidestxistin.
DYA û Îngilîstanê hê derbarê êrîşan de daxuyanî nedane.
Bajarê peravê Hudeyda ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, ji ber ku balafirgeheke navneteweyî û 3 bender hene, yek ji girîngtirîn bajarên Yemenê tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin