Hûsî: DYA û Îngilîstanê êrîsî bajarê Hudeyde kirin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku balafirên koalîsyonê yên DYA û Îngilîstanê êrîşî bajarê Hudeyda yê li rojavayê welêt kirin.
Di nûçeya televizyona "El-Mesira" ya girêdayî Hûsiyan de hat ragihandin ku DYA û Îngilîstanê herêma Salîf a bajarê Hudeydeyê li rojavayê welêt kirine hedef.
Derbarê ziyanên bomberdûmanê de ti agahî nehatin bidestxistin, ji aliyê DYA û Îngilîstanê ve jî derbarê êrîşan de ti daxuyanî nehat dayîn.
Bajarê peravê Hudeyda ku di bin kontrola Hûsiyan de ye, ji ber ku mazûvaniya balafirgeheke navneteweyî û 3 benderan e, yek ji girîngtirîn bajarên Yemenê tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin