Bi fuzeyên balîstîk êrîsî bajarê Xarkîvê yê Ûkraynayê kirin
PeyamaKurd – Şaredarê bajarê li bakurê rojhilatê Ûkraynayê ragihand ku îro danê sibê bajarê Xarkovê rastî êrişeke mezin a mûşekên balîstîk hatiye.
Şaredar Îgor Terexov di nivîsa xwe ya li ser Telegramê de nivîsîbû, “Xarkîv di bin êrîşeke mûşekî ya mezin de ye.”
Wî got, “Li bajêr zincîreka teqînan hate bihîstin û hê jî fuzeyên balîstîk tên avêtin. Waliyê herêmê jî diyar kir ku Rûsyayê 7 caran êrîş kiriye û kuştî û ziyan hene.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan bi şev 59 firokeyên bêpîlot ên Ûkraynayê xistine xwarê, lê hêzên asmanî yên Ûkraynayê ragihand ku mûşekên Krûzê yên Kalibr ji GRMyê ji Deryaya Spî û cihekî ne diyar hatine avêtin. Rûsya di mehên dawî de pêşveçûnên xwe ber bi rojhilatê Ûkraynayê ve zêde kiriye, bi hêvîya ku heta ku dibe bila bibe berî ku Serokê hilbijartî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di meha çileyê de dest bi kar bike.
Trump soza bidawîhatina bilez a şerê nêzîkî 3 salan daye, lê tu planên berbiçav ji bo agirbest an peymaneke aştiyê pêşkêş nekiriye.
Moskow dibêje ku wê îsal zêdetirî 190 gund ji Ûkraynayê vegirtine ku kêmasiya leşker û cebilxaneya wê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin