Husiyan bi fuzeyên balîstîk êrîsî bingehên Siûdî kirin
PeyamaKurd - Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî ku piştgiriya îranê distîne, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku binkeyên serbazî yên Erebîstana Siûdî li devera Necran a Yemenê, ji aliyê çekdarên wan ve bi moşekên balîstîk hatine hedef girtin.
Yahya Serî di daxuyaniyê de ragihandiye, bi dehan kuştî û birîndarên Erebistana Siûdî çêbûne di wê êrîşê de û diyar kir, Artêşa Erebîstana Siûdî amadekariyan dike li sînorê Yemenê, operasyoneke berfireh li dijî binkeyên Hûsiyan bide destpêkirin ku êrîşa wan jî di encama zanyariyên îstîxbarî yên berfireh de hatiye kirin.
Li ser vê êrîşa ku tê îdiakirin, hîn ji aliyê Erebîstana Siûdî û Yemenê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Ev demek dirêj e li Yemenê di navbera Hûsiyên Yemenê ku ji aliyê Îranê ve piştevanîya wan tê kirin û hêzên ser bi hikûmeta Yemenê ve ku Erebîstana Siûdî û Îmarat piştevaniya wan dikin, şerê dijwar diqewime.
Paytexta Yemenê Sana û beşeke deverên din ji 2014an ve di destê Hûsiyan de ne, hevpeymaniya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015an ve li dijî Hûsiyan piştevaniya hêzên hikûmetê dike û li dijî Hûsiyan operasyonên asmanî pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin