Rûsyayê bi fuzeyên balîstîk êrîsî herêmên kontrola artêsa Tirkiyê kir

15 March 2021 01:04 0 dîtin
Rûsyayê bi fuzeyên balîstîk êrîsî herêmên kontrola artêsa Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Cerablûs a Sûriyê ku hevsînorê Tirkiyê ye û di bin kontrola artêşa tirk û komên çekdar de ye, bi moşekên balîstîk êrîş hat kirin.

Li gorî zanyariyan hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê bi fuzeyên balîstîk ew êrîş pêk anîne û li Cerablûs-Hamranê kargehên petrolê û parzûngehên benzînê kirine armanc.

Medya Tirk ragihandiye ku fuzeyên balîstîk ji balafirgeha Kuveyris a Helebê hatine avêtin û ziyaneke mezin dane devera ku kirine armanc.

Li gorî zanyariyên destpêkê 2 kes di wê êrîşê de hatine kuştin ku hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin.

5ê Adarê jî hêzên rûsî bu fuzeyên balîstîk êrîşî herêmên Terhîn û Hamran ên Cerablûs û Babê kiribûn û ji bilî ziyanên mezin ên madî 4 kes hatibûn kuştin, 28 jî birîndar bûbûn.