Berdevkê Hûsiyan: Me bi dron û mosekên balîstîk êrîsî Tel Avîvê kir
PeyamaKurd – Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yehya Serî ku Îran piştevaniya wan dike ragihand, wan bi dron û moşekên balîstîk êrîş biriye ser bajarê Tel Avîv ê Îsraîlê.
Yehya Serî li ser hesabê xwe yê Xê got, Hûsiyan Askalan bi dronan û Tel Avîv jî bi moşekên balîstîk kire hedef.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku derengiya şevê moşekeke balîstîk a ji Yemenê ve hatibû bi rêya sîstema berevaniyê hatiye astengkirin.
Hate diyarkirin, moşeka balîstîk a Yemenê hate avêtin, ji aliyê Sîstema Arrow a Berevaniyê ve bi awayekî serkeftî hatiye astengkirin.
Artêşa Îsraîlê cihê ku moşek bûye armanca wê eşkere nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin