Di êrîsa hewayî ya li ser Kobanî de ji heman malbatê 9 kesan can dan

17 March 2025 10:19 0 dîtin
Di êrîsa hewayî ya li ser Kobanî de ji heman malbatê 9 kesan can dan

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê li başûrê Kobanî de 9 sivîl hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

HSD X di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe ragihand ku şeva borî di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li başûrê Kobanî de 9 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

HSDê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

"Balafirên şer ên Tirk derengiya şeva Yekşemê malbatek cotkar li başûrê Kobanî bombebaran kir."

Di encama bomberdûmana ku di navbera gundên Kumçî û Berx Botan de pêk hat, ji heman malbatê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.