Kobanî | Di êrîsa drona Tirk de zarokek mir, 2 jî birîndar bûn

10 March 2025 19:07 0 dîtin
Kobanî | Di êrîsa drona Tirk de zarokek mir, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarokê Sirîn ê Kobaniyê di encama êrîşa balafira bêmirov a Tirk de zarokekî can da, 2 jî birîndar bûn

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, balafireke bêmirov a Tirk gundê Geraf ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Fewaz Mistefa Îbrahîm (13) can da, 2 zarokên bi navên Ebdurehman Mihemed Misto (13) û Ebdulnafih Mihemed Misto (9) jî birîndar bûn. 

Herwiha hate ragihadin ku bi çekên giran gundê Bîr Hiso yê gundewarê Kobanê jî di bin topbaranê de ye.