Asayîsa Rojava: Di êrîsa drona Tirk de jin û ciwanek hatin kustin

04 October 2024 17:31 0 dîtin
Asayîsa Rojava: Di êrîsa drona Tirk de jin û ciwanek hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin, di encama êrîşeke dronî ya Tirkiyê de ku li ser ser rêya Qamişlo-Amûdê pêk hatiye, jin û ciwanek hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser (Asayîşa Rojava) ragihand, droneke Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek kiriye armanc û di encamê de jin û ciwanek hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, dema êrîş hatiye kirin otomobîl ji rê derketiye û paşê bombeyeke din hatiye avêtin û bûye sedema mirina herdu kesan.

Asayîşê nasnameya wan kesên hatine kuştin eşkere nekir.